cover

Bilbil Û Mêvan - AHMEDÊ MIRAZÎ

Bilbil Û Mêvan-AHMEDÊ MIRAZÎ.mp3
作词 : Kürt Halk Şarkisi 作曲 : Kürt Halk Şarkisi...
作词 : Kürt Halk Şarkisi
作曲 : Kürt Halk Şarkisi
BILBIL Û MÊVAN
Lê dîne mi bi xulama cî meqamî dilêm.
Dilo jaro belengazo, min bi çavê serê xwe dît bilbilê malşewitî, dixwîne ji xwa
ra bû mêvanê gulê,
Dilo wî wî wî wî wî, merezam yar yar yar yar yar merezê.
Li minê min bi çavê serê xwe dî, bilbil dixwîne bû mêvanî gulê.
Ha dilo jaro belengazo, awirê wê teresê wisan e, wekî meriya dinêre li meriv,
zêde dike derd û kula,
Dilo wî wî wî wî wî wî wî wî, de yar yar yar yar yar yar merezê.
Lê lê dînê awirê te ne ken e, kêlê kevira, kokê dar û bera ye,
Xelk wê birîndarê şûra, gula, riman û qeman e, evê teresê ez wê birîndar kirime
bi awirê belek çavan e wele, giliyana, gotina, van xebera,
Dilo wî wî wî wî wî wî wî, de yar yar yar yar yar yar merezê.
Di wê teresê ez wê birîndar kirime bi awirê belek çavan, giliyan û gotina van xebera,
Dilo jaro me digo awirê wê teresê, teresbavê wisa nîn e,
Mînanî merivkî birîndar be, birîndarê heft salan be, salê carekî birîna wî biaxife,
Meriv destê wî birîndarî bigre teze birîna wî bigre bide ber xencera,
Wî wî wî wî de yar yar yar yar yar yar merezêrê.
展开